Jinavbirina pêgeheke DAIŞ`ê li Enbarê
Çirî 23, 2017 09:17 Asia/Tehran
Firokên şerî yên artêşa Iraqê pêgehekî grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li parêzgeha Enabrê li rojavaya vî welatî kirine hedefa êrişên xwe û jinav birin.
Li gor rapora ajansa nûçan a El-Şerqul-Ewset, Serleşker Mehmûd Felahî qumandê operasiyona parêzgeha Enbarê yekşemêşev ragihand; Firokên şerî yên artêşa Iraqê pêgehekî terorîstên DAIŞ`ê li başûra rojavaya bajarê El-Rutbê li vê parêzgehê kirine hedefa êrişên xwe ku ji ber vê êrişê gelek ji terorîstan hatine kuştin yan jî birîndar dibe.
Pêştir jî bingehên nûçan ragihandibûn ku artêşa Iraqê du pêgehên terorîstan li Enbarê jinav birine.
Qumandê operasiyona parêzgeha Enbarê herwisa ragihand ku operasiyoneke terorîstî li bajarê Amiriyê li parêzgeha Enbarê pûç kirine.