Bexda: Pêşmerge pişkek ji hêzên ewlehiya neteweyî ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274376-bexda_pêşmerge_pişkek_ji_hêzên_ewlehiya_neteweyî_ne
Berdevkê dewleta Iraqê got: ``Pêşmerge pişkek ji hêêzn ewlehiyê yên bin kontrola dewleta federal da ne``.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 22, 2017 15:29 Asia/Tehran
  • Bexda: Pêşmerge pişkek ji hêzên ewlehiya neteweyî ne

Berdevkê dewleta Iraqê got: ``Pêşmerge pişkek ji hêêzn ewlehiyê yên bin kontrola dewleta federal da ne``.

Berdevkê dewleta Iraqê, Seid El Hedîsî got: ``Hêzên Pêşmerge pişkek ji hêzên ewlehiya neteweyî û di bin çavdêriya dewleta federal da ne``.

Wî got: ``Deriyên diyalogê navbera dewleta federal û Herêma Kurdistanê vekirî ne û em hertim li ser girîngiya gotûbêjan pêgiriyê dikin û wê wek tenha riya çareserkirina gotûbêjan dizanin``.

Li gorî nûçeyeka din, hêzên ewlehiyê yên Iraqê mewqî û baregehên xwe li bajarê Pirdê de li bakurê bajarê Kerkûkê xurt kirine.

Rayedarekî ewlehiyê yê Iraqê ragihand ku hejmareka zêde ya hêzên ewlehiyê ji rêvebiriya polîsê neftê ber bi Kerkûkê va bi rê ketine da ku beşdarî parastina bîrên neftê û navendên neftî bin ku pêştir hêzên Pêşmerge têda bi cih bûbûn.

Vî rayedarî ku nexwest navê wî were birin, got: ``Ev hêzên bi çekên sivik û giran bi pergal bûne û hin ferman derbarê her cûre gefa ewlehiyê li dijî navendên neftê yên Kerkûkê wergirtine``.

Rayedarekî din ê ewlehiyê yê Iraqê jî destnîşan kir ku hêzên federal bajarê Teqteqê yê girêdayî bi şaristana Koyê li nêzikî du parêzgehên Silêmaniye û Hewlêrê kontrol kirine.

Ajansa nûçeyan a Wai`ê ya Iraqê ji zarê vî rayedarî ragihand: ``Hêzên federal ev bajar ku ser bi şaristana Koysenciqê li kêleka Hewlêr û Silêmaniyê ye û dikeve bakurê Altomn Kopriyê kontrol kirine.

Mihemed Nezîf Qadirî endamê nivîsgeha siyasî ya Partiya Dêmokrat a Kurdistana Iraqê diyar kir ku bi dehan tank û erebeyên zirêhî yên iraqî li bajarê Teqteqê li başûrê Hewlêrê bi cih bûne.