Wezîrê karên hundir ê Iraqê gihîşte parêzgeha Kerkûkê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274375-wezîrê_karên_hundir_ê_iraqê_gihîşte_parêzgeha_kerkûkê
Wezîrê karên hundir ê Iraqê ji bo seredana parêzgeha Kerkûkê û hilkolandina rewşa wê ya ewlehiyê çend saetan berî niha gihîşte vê parêzgehê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 22, 2017 15:24 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên hundir ê Iraqê gihîşte parêzgeha Kerkûkê

Wezîrê karên hundir ê Iraqê ji bo seredana parêzgeha Kerkûkê û hilkolandina rewşa wê ya ewlehiyê çend saetan berî niha gihîşte vê parêzgehê.

Kanala Al Someria News`ê ragihand ku wezîrê karên hundir ê Iraqê, Qasim Ei-Erecî bi mebesta hilkolandina rewşa ewlehiyê li parêzgeha Kerkûkê gihîşte vê parêzgehê.

Wî digel yekîneyên polîsê Kerkûkê hevdîtin pêk anî û li ser rewşa ewlehiyê ya vê parêzgehê bi wan ra axivî.

Eirecî her wiha seredana şaristana Daqûqê ya Kerkûkê kiriye û çûye avahiya  walîtiya vê parêzgehê.

Dewleta navendî ya Iraqê heftiya buhurî bi mebesta dabînkirina ewlehiya bajarê Kerkûkê û sepandina desthilata xwe li vê parêzgehê opêrasiyonek dest pê kir û wê rojê kontrola beşa mezin a vê parêzgehê girte destê xwe.