Lihevkirina Iraq û Erebistanê ji bo pêkanîna Konseya Hevahengiyê ya du welatan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274368-lihevkirina_iraq_û_erebistanê_ji_bo_pêkanîna_konseya_hevahengiyê_ya_du_welatan
Iraq û Erebistanê îro anku Yekşemiyê bi awayê femî lihevkirinama damezirandina Konseya Hevahengiya Iraq û Erebistanê li Riyazê wajo kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 22, 2017 14:24 Asia/Tehran
  • Lihevkirina Iraq û Erebistanê ji bo pêkanîna Konseya Hevahengiyê ya du welatan

Iraq û Erebistanê îro anku Yekşemiyê bi awayê femî lihevkirinama damezirandina Konseya Hevahengiya Iraq û Erebistanê li Riyazê wajo kirin.

Li gorî rapora IRNA`yê ji zarê rojnameya erebistanî ya El Riyazê, li rêûrisma wajokirina vê lihevkirinameyê, Selman Bin Ebdulezîz paşayê Erebistanê, Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqû û Rêks Tîlêrson, wezîrê karên derve yê Amerîka beşdar bûn.

Desteya wezîran a Erebistanê meha Tebaxa buhurî pêşnivîsa vê lihevkirinameyê bi armanca xurtkirina asta peywendiyên stratijîk, sermayedanîn û karên çandî navbera du welatan da pesend kiribû.

Li gorî raporên belavbûyî, Melik Selman li rêûrisma wajokirina lihevkirinameya Damezirandinan Konseya Hevahengiya Iraq û Erebistanê li ser piştgiriya Riyazê ji yekîtî û aramiya Iraqê pêgirî kir.

Seroklwezîrê Iraqê li vê rêûrismê got: ``Tamila navçeyê ya parçekirinên zêdetir nemaye``.

Ebadî visa got: ``Divê hemî deriyên ku rê didin têrorîsm vegere Iraqê bên girêdan``.