Dema lidarxistina hilbijartina tê ya parlemana Iraqê hat diyarkirin
Komîsaryaya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê meha Gulana 2018an wek dema lidarxistina hilbijartina parlemanî ya vî welatî pêşniyar kiirye.
Li gorî rapora Mehr News`ê, serokê Komîsaryaya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê, Kazim Zûbeyî roja Yekşemiyê bi daxûyaniyekê ragihand ku li gorî xalên yekem û duyem a madeya 56an a Qanûna Bingehîn û xala yekem a madeya 7an a qanûna wê û xala 45an a qanûnna hilbijartinê ya parlimana Iraqê ya pesendkirî di sala 2013an, divê hilbijartina parlimanî herîkêm 45 rojan berî bidawîhatina heyama parlimanê were lidarxistin.
Zûbeyî destnîşan kir: ``Li gorî xala sêyem a vê madeya qanûnî, divê dema lidarxistiona hilbijartinê bi biryara desteya dewletê û bi hevahengiya Komîsaryaya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartina Iraqê were diyarkirin û piştî hevhatin û dengdana nûnerên parlimanê bo, serokomar divê hikmê serokatiyê li vî warî da bide û herîkêm 90 rojan berî destpêkirina hilbijartinê wê ragihîne mêdayayan.
Pêştir pirraniya rayedarên iraqî dijayetiya xwe digel derengkirina dema lidarxistina hilbijartina parlimanî ya Iraqê diyar kirin û ragiahndin ku derengkirina li vê hilbijartinê tevliheviyê li Iraqê pêk tîne.