Hevdîtina serokwezîrê Iraqê tev paşayê Erebistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274364-hevdîtina_serokwezîrê_iraqê_tev_paşayê_erebistanê
Serokwezîrê Iraqê ku sefera Erebistanê kiriye tev Selman Bin Ebdulezîz Alê Siûd, paşayê vî welatî li koşka El-Ewcayê ya Riyazê gotûbêj kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 22, 2017 13:16 Asia/Tehran
  • Hevdîtina serokwezîrê Iraqê tev paşayê Erebistanê

Serokwezîrê Iraqê ku sefera Erebistanê kiriye tev Selman Bin Ebdulezîz Alê Siûd, paşayê vî welatî li koşka El-Ewcayê ya Riyazê gotûbêj kir.

 Li gorî rapora roja yekşemê ya  WAS Newsê, ev sefera ser vexwendina Erebistanê û jibo wajokirina hevhatinnameya pêkanîna konseya hevahengiya navbera du welatan cih hatiye.

 Armanca pêkanîna vê konseyê navbera du welatan jordebirina asta pêwendiyên stratejîk, sermayedanîn û çandî navbera Iraq û Erebistanê hatiye raghandin.

 Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê êvara roja şemiyê bi taximekê re  gihêşt Erebistana Siûdî.

 Midehek berî niha derbasgeha bejahiyê ya  Ererê li sînorê navbera Erebistan û Iraqê piştî 27 salan hatibû vekirin. Pêwendiyên  sar navbera Erebistan û Iraqê li mehên  derbasbûyî û piştî sefera  Adil Cubeyr wezîrê karên derve yê Erebistanê bo Bexdayê li Sibata 2017`an  ber bi baştirbûnê ye.

 Pêştir  Samir El-Subhan ku balyozê Erebistanê li Bexdayê bû ji ber mudaxila li karûbarên  navxweyî yên  Iraqê ji vî welatî hat derxistin.

  Çavkaniyên  iraqî li bara hebûna hin belgeyan derheq pêwendiya Samir El-Sebhan tev  koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Iraqê agahî dabû.