Rêveberiya dadgeha Xaneqînê kete destê teşkîlata dadweriyê ya dewleta navendî ya Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274360-rêveberiya_dadgeha_xaneqînê_kete_destê_teşkîlata_dadweriyê_ya_dewleta_navendî_ya_iraqê
Rêveberiya dadgeha bajarê Xaneqînê li parêzgeha Diyala Iraqê, piştî 14 salan peywendiya tev Herêma Kurdistana vî welatî, kete destê teşkîlata dadwriya dewleta navendî ya Iraqê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 22, 2017 12:19 Asia/Tehran
  • Rêveberiya dadgeha Xaneqînê kete destê teşkîlata dadweriyê ya dewleta navendî ya Iraqê

Rêveberiya dadgeha bajarê Xaneqînê li parêzgeha Diyala Iraqê, piştî 14 salan peywendiya tev Herêma Kurdistana vî welatî, kete destê teşkîlata dadwriya dewleta navendî ya Iraqê.

 Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Al-Alamê, qazî Ebdulsetar Bêreqdar, berdevkê teşkîlata dadweriya Iraqê li daxûyaniyekê  ku nusxeyek jiwê li malpera Bexda El-Yewmê hat weşandin, raghand ku dadgeha Xaneqînê li parêzgeha Diyalê ji niha şûnde dê di  bin  çavdêriya  konseya bilind a  dadweriya Iraqê, xebatê bike.

 Hêzên iraqî ser fermana  Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî li çarçoveya erkdariyê jibo damezrandina ewlehî û aramiyê li navçên azadbûyî ji destê DAIŞ`ê, sêşemiyê şevê 19 Îlonê derbasî bajarê Xaneqînê bûn û kontrola  wê girtin destê xwe.

Ev hêz piştî paşdevekişyana hêzên Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê, li vî bajarî bicih bûn.

 Hêzên çekdar ên Iraqê, ji 16 Cotmehê, operasyona pêşdeçûna xwe jibo azadkirina navçên  kêşedar navbera Hewlêr û Bexdayê mesela xala 140 a qanûna bingehîn a vî welatî ji wan parêzgeha  Kerkûkê û bîrên  niftê wê destpê kirin û zûka karîn ku kontrola  navçe û navendên  giring û hestyar ên wê bi dest bixin.