Parlemana Iraqê: Bila tu welatekî cîhanê alîkariyên çek û sîlahî nede hêzên pêşmerge
Çirî 22, 2017 07:02 Asia/Tehran
Parlemana Iraqê ji welatên piştevanê hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê xwest ku êdî çek û sîlahan nedin wan.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hakim El-Zamlî serokê komîsiyona ewlehî û berevaniya parlemana Iraqê li daxûyaniya xwe ya şemê şev ragihand: Ji ber ku hêzên pêşmerge ji van çek û sîlahan dijî artêş û gelê Iraqê istifade dikin loma pêwîst e ku welatên cîhanê êdî çek û sîlahan nedin wan.
Serokê komîsiyona ewlehî û berevaniya parlemana Iraqê destnîşan kir: Hêzên pêşmerge yên ser bi Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê fermanên Bexdayê bin pê dikin.
Hêzên Pêşmerge rojên înî û şemiyê bi çek û sîlahên almanî li Kerkûkê êrişî ser artêşa Iraqê kirin.