Bersiva fermandetiya hevpar a Iraqê bo îdiaya Pêşmergeyan li Kerkûkê
Fermandetiya operasyona hevpar bi dayîna daxuyaniyekê, daxuyaniya Pêşmerge ya berê ya liser navçeya Eltûn Kobriyê, derew da zanîn û li ser pêbendiya xwe ya li hember danûstandina berpirsane ya bi welatiyan re pêgîrî kir.
Hêzên Pêşmerge duh bi weşandina daxuyaniyekê, îdia kirin ku hêzên dewleta navendî, êriş birin ser hêzên Kurd ên li navçeya Eltûn Kobriyê. Ewan hêzên iraqî wek dagîrker binav kirin û gotin ku 150 kes ji wan kuştine yan birîndar kirine.
Li gorî rapora roja şemiyê ya AL ALAM`ê, fermandetiya operasyona hevpar a Iraqê, li vê daxuyaniyê ragihand: Bona ravekirina rastiyan jibo raya giştî, em radigihînin ku piştî bicihbûna hêzên iraqî li Kerkûkê û navçeyên hevpar jibo dabînkirina ewlehiyê li wir û piştî vergirtina xwesteka alîkariyê ji xelkê ku jiber hebûna terorîstên Partya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hêzên Pêşmerge, nerazî bûn, hêzên navendî jibo navçeya Eltûn Kobriyê hatin şandin.
Li vê daxuyaniyê hatiye ragihandin: Hêzên iraqî ku pêbendî agirbesê bûn, bi nêzîkbûna li navçê, ketin ber êrişa bi hawan û mûşekên Mîlanê yên almanî yên hêzên Pêşmerge û tevî ku dikarîn demlidest van kontrol bikin lê ji tirsa vê yekê ku derbe li pêşmergeyên ku muhtemel bû di nava kirêgirtiyan de bin, ber bi wan ve gulle neavêtin.
Fermandetiya operasyona hevpar a Iraqê, li vê daxuyaniyê herwiha gotiye: Sîstima şerrê dijî terorîsmê, polîsê navendî û hêzên Berteka Lezgîn, ew hêzên ku derbasî nav navçeya Eltûn Kobiriyê bûne û piştî ketina wan nav navçê û dabînbûna ewlehiyê, leşkera 20`an a artêşa Iraqê, sibeha îniyê, kontrola vê navçeyê girtine destê xwe.
Hêzên Pêşmergeyên Herêma kurdistana iraqê, li Hezîrana 2014`an û di encama êrişa koma terorîst a DAIŞ`ê ser vî welatî, hin pişkên parêzgeha Kerkûkê xistin destê xwe.
Hêzên hevpar ên iraqî ji 15`ê Cotmeha îsal va, hêzên Pêşmergeyên Kurd, jiber hebûna wan a neqanûnî, ji parêzgeha niftzêm a kerkûkê û parêzgehên Neynewa û Diyalê, paşda dikişînin.