Pêgirîya serokomarê Iraqê li ser pêwîstîya muzakireyê ji bo çareserkirina qeyrana Kerkûkê
Serokomarê Iraqê îro xwest ku rêçareyên lezgîn û qanihkir ji bo derbasbûna ji qeyrana niha li deverên kêşeliser û rawestandina gefên leşkerî û dersdirêjîyan bên bidestxistin.
Li gorî rapora kanala Someriye News`ê, Fuad Meisûm serokomarê Iraqê li axavtina xwe li cejna salroja damezirandina Civata Bilind a Islamî ya Iraqê li ser pêwîstîya muzareya bi merema hevdufemkirina kûr di navbera alîyên gêre û pevçûnê, garantîkirina yekitî û yekperçetîya axa Iraqê sekinî.
Fuad Meisûm got: Muzakire û gotûbêja ji bo derbasbûna ji xetera bêtifaqî, cidabûn û şêrr nemaze di vê dewra bixeter da û dijwarbûna nakokîyên kûr ku ya herî berbiçav qeyrna ji ber lidarxistina giştpirsîyê li Herêma Kurdistana Iraqê ye, girîng e.
Serokomarê Iraqê durişma `` nakokî erê, neyarî tu wexta`` ya Celal Talebanî serokomarê rehmetî yê Iraqê bi bîr xist û got: Ji ber vê yekê pêwîst e ku hemî alî pêbendê esasa aştî û lihevkriina li gorî destûra bingehîn wek mercea tam û parêzvana hevdufemkirinê, rêketiname û insîyatîfan bin. Herwiha ev xala ganratîya avakirina welatekî ji bo hermîyan bêyî cihêkarîya nijadî û vejîyandina destkevtên curbicur ên di çarçova yêketîya Iraqê de ye.
Serokomarê Iraqê li dewama xeberdana xwe herwiha got: Divê em hemî derfet û hêza xwe ji bo muzakireya bi merema bidestxistina hevdufemkirina ku bibe sedema geşatî, serketin, tifaq û yêketîya axa Iraqê, bi kar bînin. Me pêbawrî û dilnayî têkildarî şîyana gelê xwe ji bo derbasbûna ji vê qeyranê û derketina ji wê bi şiklekî hevgirtîtir û bi vîyaneke qahîm ji bo hereketa ber bi pêş di çarçova çareserkirina pirsgirêkên niha de û pêşxistina pergala sîyasî, dêmokirasî û parastina destûra bingehîn û vê pergalê û avakirina pêşerojeke ronî heye û eva tiştek e ku em hemî gelê xwe ji bo xebata di vê çaçrovê de gazî dikin.