Bêencamkirina êrişa têrorîstên DAIŞ`ê ser bakûra parêzgeha Selahedîna Iraqê
Çavkanîyên iraqî ragihandin ku hêzên artêşa vî welatî êrişeke têrorîstên DAIŞ`ê ser nahîya Qîyarê li bakûra parêzgeha Selahedînê bêencam kirin.
Li gorî rapora Someriye News`ê, çavkanîyekî iraqî bi ragihandina vê nûçeyê radigihîne ku hêzên artêşa Iraqê di encama pûçkirina êrişa têrorîstên DAIŞ`ê li devera Qîyarê de hejmarek têrorîst kuştin û birîndar kirin.
Çavkanîyekî din ê iraqî jî ragihand ku helekoptêrên artêşa Iraqê karîn 7 maşînên têrorîstên DAIŞ`ê li Wadî Qezefê li başûra Retebê li 310 kîlomêtrîya rojavaya Remadî navenda parêzgeha Enbarê li rojvaya vî welatî têk birin.
Di encama vê êrişê de hemî têrorîstên nav maşînan de hatin kuştinê.
Ev opêrasyona bi dû pêngava Mehmûd Felahî fermandeyê opêrasyona Enbarê ya naskirina sitargehên DAIŞ`îyan li çola rojavaya Remadîyê hat lidarxistin.
Ji hêla din ve çavkanîyekî ewlehîyê ku nexwest navê wî bê aşkirakirinê ragihand ku têrorîstên DAIŞ`ê derbasî devera Humam Elîlê li navenda parêzgeha Nêynewayê li bakûra Iraqê bûn û jinek li nexweşxana Humam Elîlê digel 2 zarokên wê girtin û birin û paşê bi awayekî hovane serjê kirin.