Îdiaya hin mêdyayan derbarê ketina Heşdê Şeibî nav Kerkûkê derew hat zanîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274314-Îdiaya_hin_mêdyayan_derbarê_ketina_heşdê_Şeibî_nav_kerkûkê_derew_hat_zanîn
Sikritirê giştî yê Saziya Bedra Iraqê îdiaya hin mêdyayên kurdî derbarê ketina hêzên Heşdê Şeibî nav bajarê Kerkûkê derew zanî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 21, 2017 08:08 Asia/Tehran
  • Îdiaya hin mêdyayan derbarê ketina Heşdê Şeibî nav Kerkûkê derew hat zanîn

Sikritirê giştî yê Saziya Bedra Iraqê îdiaya hin mêdyayên kurdî derbarê ketina hêzên Heşdê Şeibî nav bajarê Kerkûkê derew zanî.

Li gorî rapora kanala iraqî ya Al Someria Newsê, Sikritirê giştî yê Saziya Bedra Iraqê, Hadî Amirî berêvariya îniyê li civîna çapemeniyê li bajarê Altîn Koprîyê li bakurê rojavaya bajarê Kerkûkê, li bara gotegotên mêdyayên kurdî ku îdiaya hebûna hêzên Heşdê Şeibî li bajarê Kerkûkê kirin, got: ``Pêspartiya hêêzn heşdê Şeibî tenê cihanîna ewlehiya parêzgeha Kerkûkê ye û niha parastina rûniştiyên vî bajarî li ser milê polîsê Iraqê ye``.

Li vî halî navenda ragiahndina şêrr a Iraqê ragiahnd ku hêzên ser bi Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistana Iraqê, li bakurê rojavaya Kerkûkê mûşekên almanî li dijî hêêzn iraqî bi kar tînin.

L gorî raporên belavbûyî, Almanê ev mûşek ji bo bikaranîna dijî koma têrorîst a DAIŞê dane hêzên kurd, ku hêzên Pêşmerge ewna li dijî hêzên federal ên Iraqê bi kar anîne. Li ser esasa vê raporê, li vê êrîşa mûşekî hin ziyanên canî û leşkerî li hêêzn iraqî ketiye.

Li gorî ragiahndina hin çavkaniyên nûçeyan, hêzên ser bi Barzanî ji bo girtina pêşiya hêêzn iraqî ber bi bakurê rojavaya parêzgeha Kerkûkê, pireyek li ser Çemê Zabê li nêzikî bajarê Altîn Kopriyê teqandine.

Hêêzn iraqî sibeha roja Îniyê karîn ku kontrolêa bajarê Altîn Kopriyê li bakurê rojavaya parêzgeha Kerkûkê bigirin destê xwe.