Daxwaza El-Cibûrî jibo vegeryana nûnerên Herêma Kurdistanê bo parlemana Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274278-daxwaza_el_cibûrî_jibo_vegeryana_nûnerên_herêma_kurdistanê_bo_parlemana_iraqê
Serokê parlemana Iraqê ji nunerên Herêma Kurdistanê xwest ku bila dawiyê bidine boykotên civînên parlemanê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 20, 2017 12:28 Asia/Tehran
  •  Daxwaza El-Cibûrî jibo vegeryana nûnerên Herêma Kurdistanê bo parlemana Iraqê

Serokê parlemana Iraqê ji nunerên Herêma Kurdistanê xwest ku bila dawiyê bidine boykotên civînên parlemanê.

 Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê Someriye Newsê, li daxûyaniya nivîsgeha  Selîm Cibûrî, serokê parlemana  Iraqê hatiye ku wî ji fraksiyona hevalbendiya  Kurdistanê xwestiye ku dawiyê bide boykotkirina  civînên parlemanê.

 Li vê daxûyaniyê her wiha hatiye: Cibûrî daxwaza gotûbêja cidî jibo çareserkirina  qeyrana niha kiriye.

 Parlemana  Iraqê li 12 Cotmeha 2017`an , beşadriya nunerên hevalbendiya Kurdistanê yên alîgirê lidarxistina giştpisriyê li civînên  parlemanê rawestandibû.