Şerê di navbera hêzên ewlehiya Iraqê û çekdarên nenas li bakûra Kerkûkê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274267-Şerê_di_navbera_hêzên_ewlehiya_iraqê_û_çekdarên_nenas_li_bakûra_kerkûkê
Bingehekî ewlehiya Iraqê ji Şerê di navbera hêzên ewlehiya vî welatî û çekdarên nenas li bakûra Kerkûkê xeber da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 20, 2017 08:35 Asia/Tehran
  • Şerê di navbera hêzên ewlehiya Iraqê û çekdarên nenas li bakûra Kerkûkê

Bingehekî ewlehiya Iraqê ji Şerê di navbera hêzên ewlehiya vî welatî û çekdarên nenas li bakûra Kerkûkê xeber da.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Bingehekî ewlehiya Iraqê duh pêncşemê bal kişande ser viya ku hêzên ewlehiya vî welatî rewşa Kekûkê kontrol kirine got: Hêzên dije terora Iraqê pîşiya êrişa grûpekî çekdar ser hêzên ewlehiyê li navça Heyî Şûrce li bakûra parêzgeha Kerkûkê girtin.

Receb Asî Kakayî serokê saziya Mîtra jibo berfirehkirina çanda yarsayiyan yan Elê Heq a Iraqê jî bal kişande ser êrişa terorîstî ya terorîstên DAIş`ê ser gundên navça Daqoqê li başûra Kerkûkê û got: Li vê êrişê kesekî sivîl hate kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.

Kêmaniyên Kakayî ku li başûra bajarê Dadoqê dijîn li Tîrmeha bihurî jî ketine ber hedefa êrişêa kesên nenas û terorîstan gelek ji xelkê navçê kuştin.

Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî êvara Yekşemiyê piştî bidawîhatina dema diyarkirî ya 72 saetî ji bo paşvekişiyana hêzên Pêşmerge ji Kerkûkê, fermana destpêkirina opêrasiyona kontrola hêzên iraqî li ser Kerkûkê û azadkirina bîrên niftê yên vê navçeyê da.

Li gorî nûçeyeka din ji Iraqê, rayedarên iraqî qala vekirina rêya sereke ya Kerkûkê bo Tekrîtê piştî sê salan kirin.

Rêya sereke ya navbera Kerkûk û Tekrîtê bi dirêjahiya 100 Kîlomitrî ji ber hebûna koma têrorîst a DAIŞ`ê hatibû girêdan. Ev rê piştî dabînkirina ewlehiya wê ji aliyê Heşdê Şeibî, artêş û polîsê Iraqê va hat vekirin.