Dewleta Iraqê ji ber lihevkirina Rosneftê û rayedarên Herêma Kurdistanê rexne girt
Dewleta Iraqê îro ji ber rêketinameya ku di navbera şîrketa nîvdewletî ya Rosneftê û rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê de hat wajokirinê, rexne girt.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fransayê, wezareta nifta Iraqê li daxûyanîyekê ragihand ku ev wezaretxana û dewleta fêdêral a Iraqê tenha alîyên her rêketinameyeke pêşxistin û sermayeguzarîya li pişka ênêrjîya Iraqê ne.
Cebar Lueybî wezîrê nifta Iraqê jî ragihand ku tenê dewleta fêdêral û wezareta nifta Iraqê berpirsê kifşkirina istiratêjîyên têkildarî çavkanîyên nift û gaza welêt in û desthilata wajokirina rêketinameyan digel welat an şîrketên bîyanî hene.
Şîrketa Rosneft a Ûrsêtê duh ragihand ku rêketinama peydakirin û derxistina niftê ligel rayedarên Herêma Kuridstana Iraqê wajo kir. Li gorî vê rêketinamê, biryar e ku karê peydakirina niftê ji sala 2018`ê ve destpê bibe û karê derxistina niftê jî ji sala 2021`ê ve.