Ebadî: Iraq yê yekperçe bimîne, hikûmeta Kurdistanê ber bi iflaskirinê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274248-ebadî_iraq_yê_yekperçe_bimîne_hikûmeta_kurdistanê_ber_bi_iflaskirinê_ye
Serokwezîrê Iraqê hin berpirsên Herêma Kurdistana vî welatî bi gendelîyê tawanbar kir û got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi vê hegerê ber bi flaskirinê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 19, 2017 14:42 Asia/Tehran
  • Ebadî: Iraq yê yekperçe bimîne, hikûmeta Kurdistanê ber bi iflaskirinê ye

Serokwezîrê Iraqê hin berpirsên Herêma Kurdistana vî welatî bi gendelîyê tawanbar kir û got ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi vê hegerê ber bi flaskirinê ye.

Li gorî rapora Fars News`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li nivîsarekê ku îro li Rojnama New Yrok Times`ê hat weşandinê pêgirî kir ku Iraq dê yekperçe bimîne û Iraqa aram ji bo istiqrara navçê û dinyayê çêtir e.

Ebadî herwiha got: Dewleta Kurdistana Iraqê bi hegera gendelîya hejmarek kêm a berpirsan û malbatên wan, ber bi iflaskirinê ye û ew ji dewleta Kurdistanê dixwaze ku rêzê li destûra bingehîn bigire û bê ser masa gotûbêjê.

Ebadî bi gotina vîya ku ew li gorî posta xwe ya serokwezîrîyê divê ji hemî qatên civaka Iraqê berevanîyê bike û welêt yekgirtî xweyî bike, dîyar kir: Ji bo vê armancê, dewlet hat bihêzkirinê û her tişta ku li gorî destûrê divîya bike, kir, bi vê wateyê ku dewleta fêdêral sînorên netewî, derfirotina niftê û derhatên gumrikê xistin destê xwe.

Serokwezîrê Iraqê herwiha got: Bicihkirina dubare ya hêzên iraqî li hin pişkên kerkûkê û deverên din ên bakûra Iraqê li gorî vê esasê bû. Ebadî herwiha got: Hêzên fêdêral ji artêşê û hêzên têkoşîna dijî têrorîsmê bigire heta polîs û yeknîyeyên berteka lezgîn, hemî ji pêkhateyên curbicur ên etnîkî û qewmî li Iraqê ne ji wan kurd û bicihkirina hêzên hanê li Kerkûkê bi tu awayî êrişa ser welatîyên kurd an êrişa ser şarê Kerkûkê nebû.