Fermana girtina alîkarê yekem ê sêkrêtêrê gişt YNK`ê hat dayînê
Çirî 19, 2017 13:35 Asia/Tehran
Dadgehekê li Iraqê hikmê girtina Kusret Resûl Elî alîkarê yekem ê sêkrêtêrê gişt ê Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) da.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, dadwer Evdilsitar Bêyreqdar berdevkê dadgeha bilind a Iraqê îro bi ragihandina vî hikmî ji bo mêdyayan got: Hikmê girtina Kusret Resûl Elî li gorî xala 226 a cezaya Iraqê bi tawana ``bêrêzî û handana li dijî hêzên çekdar`` ji alîyê dadgeha lêkolînê ya Resafê ve hatîye dayîn.
Kusret Resûl Elî li daxûyanîya xwe ya şeva buhurî têkildarî alûgurên Kerkûkê, hêzên iraqî ``dagirker`` bi nav kirin.