Fermana girtina alîkarê yekem ê sêkrêtêrê gişt YNK`ê hat dayînê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274244-fermana_girtina_alîkarê_yekem_ê_sêkrêtêrê_gişt_ynk_ê_hat_dayînê
Dadgehekê li Iraqê hikmê girtina Kusret Resûl Elî alîkarê yekem ê sêkrêtêrê gişt ê Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) da.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Çirî 19, 2017 13:35 Asia/Tehran
  • Fermana girtina alîkarê yekem ê sêkrêtêrê gişt YNK`ê hat dayînê

Dadgehekê li Iraqê hikmê girtina Kusret Resûl Elî alîkarê yekem ê sêkrêtêrê gişt ê Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) da.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, dadwer Evdilsitar Bêyreqdar berdevkê dadgeha bilind a Iraqê îro bi ragihandina vî hikmî ji bo mêdyayan got: Hikmê girtina Kusret Resûl Elî li gorî xala 226 a cezaya Iraqê bi tawana ``bêrêzî û handana li dijî hêzên çekdar`` ji alîyê dadgeha lêkolînê ya Resafê ve hatîye dayîn.

Kusret Resûl Elî li daxûyanîya xwe ya şeva buhurî têkildarî alûgurên Kerkûkê, hêzên iraqî ``dagirker`` bi nav kirin.