Wezareta karên hundur a Iraqê: Hêzên ewlehîyê yê li Kerkûkê bimînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274235-wezareta_karên_hundur_a_iraqê_hêzên_ewlehîyê_yê_li_kerkûkê_bimînin
Wezareta karên hundur a Iraqê têkildarî haykûfên hin mêdyayan a li ser alûguurên parêzgeha Kerkûkê hişyarî da û ragihand ku hêzên ewlehîyê yên Iraqê dê li vê parêzgehê bimînin.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Çirî 19, 2017 12:31 Asia/Tehran
  • Wezareta karên hundur a Iraqê: Hêzên ewlehîyê yê li Kerkûkê bimînin

Wezareta karên hundur a Iraqê têkildarî haykûfên hin mêdyayan a li ser alûguurên parêzgeha Kerkûkê hişyarî da û ragihand ku hêzên ewlehîyê yên Iraqê dê li vê parêzgehê bimînin.

Li gorî rapora Fars News`ê, Evdilwehab Tayî rawêjkarê ragihandinê yê wezîrê karên hundur ê Iraqê tevî ragihandina vê yekê herwiha got: Hêzên ewlehîyê yên Iraqê niha li baregehên xwe bi cih bûne û ji tu navçeyeke parêzgeha Kerkûkê paşda venekişîyane.

Tayî li dewama gotinên xwe ragihand: Sermîyanên gelê Iraqê di destê hêzên ewlehîyê de ne û bicihbûna van hêzana bêyî tu istisnayekê tam ji bo dabînkirina ewlehîyê li hemî deveran e û fermanên Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ji bo parastina can û malê iraqîyan tam cih tên.

Wî pêgirî kir: Tişta ku hin mêdya di vî warî de idia dikin, bi xerez û hewldanên pûç ji bo birêxistina tirsê di nava gelê Iraqê de ye.

Fermandetîya opêrasyona hevpar a Iraqê duh bi daxûyanîyekê xwest ku îzna karkirinê ya şebekeyên Rûdaw û Kurdistan24`ê bi tawana xapandina raya giştî û fitnekarîyê were ibtalkirinê.