Emar Hekîm: Peywendiyên Îran û Iraq stratejîk e
Serokê partiya hikmeya neteweyî ya Iraqê, peywendiyên Komara Îslamî ya Îranê û Iraqê stratejîk da zanîn.
Li gorî rapora IRNA`yê, Emar Hekîm roja çarşemiyê li hevdîtina tev Muhemed Cewad Azerî Cehromî, wezîrê IT`yê yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha ji piştgiriyên giştalî yên Komara Îslamî ya Îranê ji Iraqê li şerê li hember terorîzmê spasî kir û destnîşan kir ku ``Îranê tim daxwaza parastina yekperçetiya axa Iraqê kiriye``.
Serokê partiya Hikmeya neteweyî ya Iraqê û wezîrê IT`yê yê Komara Îslamî ya Îranê li vê hevdîtinê li bara riyên berfirehkirina hevkariyên du welatan bitaybet li eşa ITyê şêwirîn .
Wezîrê IT`yê yê Îranê roja çarşemiyê her wiha tev Îbrahîm El-Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê hevdîtin û gotûbêj kir.
Muhemed Cewad Azerî Cehromî, berêvara roja sêşemiyê bi taximekê re gihêşt Bexdayê. Armanca sefera çar rojî ya wezîrê ITyê bo Iraqê, hilkolandina riyên xurtkirina hevkariyên navbera du welatan bitaybet li warê ragahndinê û her wiha hevkariya jibo baştirkirina lidarxistina merasima Erbeîna Huseynî (S) hatiye raghandin.