Fermana Ebadî ji bo girtina pêşiya komên çekdar li Kerkûkê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274213-fermana_ebadî_ji_bo_girtina_pêşiya_komên_çekdar_li_kerkûkê
Serokwezîrê Iraqê ferman da ku rê li ber hebûna komnê çekdar ji billî hêzên ser bi dewleta navendî li parêzgeha Kerkûkê bê girtin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 18, 2017 15:41 Asia/Tehran
  • Fermana Ebadî ji bo girtina pêşiya komên çekdar li Kerkûkê

Serokwezîrê Iraqê ferman da ku rê li ber hebûna komnê çekdar ji billî hêzên ser bi dewleta navendî li parêzgeha Kerkûkê bê girtin.

Li gorî rapora roja Çarşemeiyê ya kanala El Êtcahê, Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand ku hêzên ewlehiyê li Kerkûkê erkdar in ku heyitiya hemî welatiyan biparêzin.

Li gorî gotina serokwezîrê Iraqê, hebûna hêzên ewlehiyê ji billî polîsê gherêmî û rêxistina şerê dijî têrorê li Kerkûkê hatiye qedexekirin. Serokwezîrê Iraqê her wiha ferman da ku kesên ku wêne û vîdyoyên sexte bi armanca pêkanîna komployê belav dikin, bên girtin.

Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî êvara Yekşemiyê piştî bidawîhatina dema diyarkirî ya 72 saetî ji bo paşvekişiyana hêzên Pêşmerge ji Kerkûkê, fermana destpêkirina opêrasiyona kontrola hêzên iraqî li ser Kerkûkê û azadkirina bîrên niftê yên vê navçeyê da.

Li gorî nûçeyeka din ji Iraqê, rayedarên iraqî qala vekirina rêya sereke ya Kerkûkê bo Tekrîtê piştî sê salan kirin.

Rêya sereke ya navbera Kerkûk û Tekrîtê bi dirêjahiya 100 Kîlomitrî ji ber hebûna koma têrorîst a DAIŞ`ê hatibû girêdan. Ev rê piştî dabînkirina ewlehiya wê ji aliyê Heşdê Şeibî, artêş û polîsê Iraqê va hat vekirin.