Hikmê Dadgeha Bilind a Iraqê jibo wêdadyîna parêzgarê Kerkûkê
Dadgeha Idarî ya Iraqê, (Dîwana Dad a Idarî), hikmê wêdadayîna parêzgarê Kerkûkê piştrast kir.
Li gorî rapora kanala Sûmeriye News`ê ya Iraqê, piştî wêdadayîna Necmedîn Kerîm, parêzgarê Kerkûkê ji aliyê Parlemana Iraqê, vê carê Dadgeha Bilind a vî welatî, hikmê wêdedayîna wî daye.
Midehekî berî niha Rakan El Cibûrî, bi awayekî demkî, wekî parêzgarê nû yê Kerkûkê, hate bijartin.
Piştî lidarxistina giştpirsînê li parêzgeha Kerkûkê li bakûra Iraqê li 25`ê Îlonê û tevî dijayetiyên Ereb û Tirkmanên li vê parêzgehê, parlemana Iraqê, parêzgarê Kerkûkê wêda bir û Heyder El Ebadî, serokwezîrê Iraqê, Rakan El Cibûrî, alîkarê wî bi awayekî demkî, wek sergêrê vê parêzgariyê da nasandin.
Giştpirsiya cidabûnê tevî dijayetiyên cîhanî û berteka tund a dewleta iraqê û gelek welatên navçe û cîhanê û li ser pêkutiya Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistana Iraqê hate lidarxistin.
Tenê Rejîma Siyonîst pişta lidarxistina vê giştpirsiyê girt.