Beşdariya Heşda Şebî li cihanîna plana ewlehiyê ya Erbeînê li Kerbelayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274200-beşdariya_heşda_Şebî_li_cihanîna_plana_ewlehiyê_ya_erbeînê_li_kerbelayê
Bona cihanîna plana ewlehiyê ya taybetî Erbeîna Muelayê, sê hezar hêzên Heşda Şebî wê beşdar bibin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 18, 2017 14:16 Asia/Tehran
  • Beşdariya Heşda Şebî li cihanîna plana ewlehiyê ya Erbeînê li Kerbelayê

Bona cihanîna plana ewlehiyê ya taybetî Erbeîna Muelayê, sê hezar hêzên Heşda Şebî wê beşdar bibin.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a FARS`ê, Hamid Ebdul Sahib, serokê komîsyona Heşda Şebî, îro çarşemiyê, li konseya parêzgariya Kerbelaya Muela, ragihand hêzên Heşda Şebî jibo dabînkirina ewlehiyê li rêûrisma Erbeîna Îmam Hisên (s) amade ne û ev mijara li civîna konseya parêzgariyê ku fermandeyên Heşda Şebî jî beşdar bibûn, hate hilkolandin.

Li gorî vê raporê, li civîna konseya parêzgariyê biryar hate dayîn, hêzên Heşda Şebî kembera ewlehiyê li derdora Kerbelayê û bi taybet li navçeyên rojavayî yên nêzîkî parêzgeha Enbarê li rojavayê pêk anîn.

Rêûrisma Erbeîna Îmam Hisên (s), yek ji minasibetên herî girîng ên olî yên şîeyan e û bi salan bi mîlyonan kes ji Iraqê û derveyî vî welatî, jibo mezingirtina rêûrisma Erbeînê, peya diçine Kerbelayê.