Gotûbêja têlêfonî ya serokwezîrê Iraqê digel serokomarê Fransayê
Serokomarê Fransayê, Êmanoêl Makron êvara Sêşemiyê li hevpeyivîna bi rêya têlêfonê dgel Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê li ser piştevanîya Fransayê ji kiryarên qanûnî yên Bexdayê bi armanca parastina yekîtî û yekparçetiya axa Iraqê pêgirî kir.
Li vê gotûbêja têlêfonî opêrasiyona cihbûna hêzên iraqî li Kerkûkê dewama têkoşînan Irqê dijî têrorîsmê her wiha xurtkirina hevkariyên du welatan hat hilkolandin.
Serokwezîrê Iraqê êvara Yekşemiyê piştî bidwîhatina dema diyarkirî ya 72 saetî ji bo paşdakişiyana hêzên Pêşmerge ji Kerkûkê, fermana destpêkirina opêrasiyonê ji bo kontrola hêzên iraqî li ser Kerkûkê û azadkirina bîrên neftê yên vê navçeyê da.
Hêzên iraqî karîn kontrola Kerkûkê bi dest bixin.
Heyder Ebadî ferman dabû hêzên iraqî ku heta radeya pêkan şer û pevçûnan pêk neynin û canê welatiyên iraqî yên rûniştiyê Kerkûkê biparêzin.
Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê di meha Hezîrana sala 2014an da alozî û bêewlehiya pêkhatî ji ber êrîşên koma têrorîst a DAIŞê li Iraqê bi kar anîn û hin beşên parêzgeha Kerkûkê ji wan bîrên neftê yên vê parêzgehê xistin bin kontrola xwe.
Hebûna neqanûnî ya hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê li Kerkûkê li halekî bû ku Lidarxistina Giştpirsîna Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê, kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê dupat kirin.