Someriye News: Hêzên Pêşmerge vekişîyan sînorên sala 2013`ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274170-someriye_news_hêzên_pêşmerge_vekişîyan_sînorên_sala_2013_ê
Hêzên seferberîya gelanî ya Iraqê ragihandin ku hêzên Pêşmerge vekişîyan sînorên sala 2013`ê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 17, 2017 16:57 Asia/Tehran
  • Someriye News: Hêzên Pêşmerge vekişîyan sînorên sala 2013`ê

Hêzên seferberîya gelanî ya Iraqê ragihandin ku hêzên Pêşmerge vekişîyan sînorên sala 2013`ê.

Li gorî rapora malpera Someriye News`ê, Ebû Ala Wilayî fermandeyê hêzên Heşdi Şeibî îro got: Muzakira hêzên Heşdi Şeibî û hêzên Pêşmerge giheşt encamê û ew bo sînorên sala 2013`ê paşda vekişîyan û bendava Mûsilê jî bêyî pevçûnê radest kirin.

Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê sê salan berî niha di sala 2014`an de bi sûdwergirtina ji rewşa aloz a bi hegera êrişa koma têrorîst a DAIŞ`ê li Iraqê, hin pişkên parêzgeha Kerkûkê û deverên din xistin bin kontrola xwe.