Esedî: Serketina hêzên iraqî komploya perçekirina Iraqê pûç kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274166-esedî_serketina_hêzên_iraqî_komploya_perçekirina_iraqê_pûç_kir
Berdevkê hêzên seferberîya gelanî ya Iraqê pêgirî kir ku serketina hêzên iraqî li Kerkûkê, komploya perçekirina vî welatî ku Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê ew bi rêve dibir, pûç kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 17, 2017 15:33 Asia/Tehran
  • Esedî: Serketina hêzên iraqî komploya perçekirina Iraqê pûç kir

Berdevkê hêzên seferberîya gelanî ya Iraqê pêgirî kir ku serketina hêzên iraqî li Kerkûkê, komploya perçekirina vî welatî ku Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê ew bi rêve dibir, pûç kir.

Opêrasyona artêşa Iraqê li deverên bakûrî yên vî welatî ji berbanaga duh ve bi merema derxistina deverên ku di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ne, destpê bû û heta niha hêzên iraqî kontrola Kerkûk, Şingal û çend deverên din girtine destê xwe.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Ehmed Esedî berdevkê hêzên Heşdi Şeibî li hevpeyvîna tev têlêvîzyona Al Meyadîn a Libnanê got: Mesûd Barzanî û cidatîxwazên din israr dikirin Kerkûkê jî tevlî plana xwe ya perçekirina Iraqê bikin lewma serketina mezin a ku duh bi dest ket, tenê vegera serwerîyê bo Kerkûkê nebû belkî komploya perçekirina Iraqê tûşî işkestê kir.

Esedî herwiha got: Kerkûk sembola jîyana bihev re ya iraqîyan e û hemî pêkhateyên civaka Iraqê tê de dijîn û hêzên iraqî serwerîya netewî li hemî deverên Kerkûkê sepandin, serwerîya netewî divê li deverên din jî bê sepandin.

Ehmed Esedî herwiha got: Destûra bingehîn a Iraqê jî pêgirîyê dike ku sînorên Herêma Kurdistana Iraqê ew sînorên sala 2003`yê ne û heke hêzên Pêşmerge bi awayekî xwebexş paşde neçin, bê şik yê tişta ku li Kerkûkê qewimî bibînin.