YE`yê biryara şandina komepe pisporên ewropî bo Iraqê da
YE`yê qebûl kir ku komeke pisporên leşkerî bi merema alîkarîya di warê stratejiyên ewlehîya Iraqê de seredana vî welatî bike.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fransayê, YE`yê şeva buhurî piştî civîna wezîrên karên derve yên welatên endamê vê yekitîyê li Lûkzamburgê li daxûyanîyekê ragihand: Komek ji 35 pisporên leşkerî û ewlehîyê pêk hatî yê bi serokatîya yek ji fermandeyên pilebilind ên polîsên Almanê ji bo raberkirina rawêjkarîyan û alîkarîya bo rayedarên iraqî di warê têkoşîna dijî têrorîsm û gendelîyê de ber bi vî welatî bê şandinê.
Li gorî vê daxûyanîyê, tîma hanê yê hevkarîyeke nêzîk bi nunerên ewropî li Iraqê re yên wek şirîkên navnetewî ji wan plana pêşxistinê ya NY, NATO û hevalbendîya navnetewî ya dijî DAIŞ`ê re bike.
YEyê li halekî dil heye di warê têkoşîna dijî têrorîsmê de alîkarîya Iraqê bike ku Amerîka û dewletên ewropî yên hevgirtîyê Qesra Sipî, ji piştgirên sereke yên koma têrorîst a DAIŞ`ê li Iraq û Sûrîyê tên hesêb.