Piştevaniya hevalbendiya netewî ya Iraqê ji xebatên artêşa vî welatî
Hevalbendiya netewî ya Iraqê bi serokatiya Nûrî Malikî piştevaniya xwe ji kiryarên artêşa vî welatî li Kerkûkê ku xelkê Iraqê jê piştevaniyê dike û gor qanûna bingehîn a vî welatî ye ragihand.
Li gor rapora IRIB News`ê, Hevalbendiya netewî ya Iraqê bi serokatiya Nûrî Malikî li daxûyaniyekê ji kiryarên artêşa vî welatî li Kerkûkê piştevanî kir û ji Hewlêr û Bexdayê xwest ku gotûbêja dîplomatîk ji bo çareserkirina kirîzên xwe destpê bikin.
Berhem Salih jî ku vê dawiyê ji Yeketiya Niştîmaniya Kurdistana Iraqê cuda bûye û hevalbendiya Edalet û Demokrasiyê li vê herêmê pêk anî jî daxwaza pêkanîna dewleta veguhêz li vê herêmê kir û ragihand ku pêwîst e Hewlêr û Bexdayê rûnin ser masa gotûbêjê.
Berhem Salih ragihand ku krîza çêbûyî li Kerkûkê ji ber liv û tevgerên siyasî û xebatên nedirust e.