Piştevaniya hevalbendiya netewî ya Iraqê ji xebatên artêşa vî welatî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274151-piştevaniya_hevalbendiya_netewî_ya_iraqê_ji_xebatên_artêşa_vî_welatî
Hevalbendiya netewî ya Iraqê bi serokatiya Nûrî Malikî piştevaniya xwe ji kiryarên artêşa vî welatî li Kerkûkê ku xelkê Iraqê jê piştevaniyê dike û gor qanûna bingehîn a vî welatî ye ragihand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 17, 2017 12:34 Asia/Tehran
  • Piştevaniya hevalbendiya netewî ya Iraqê ji xebatên artêşa vî welatî

Hevalbendiya netewî ya Iraqê bi serokatiya Nûrî Malikî piştevaniya xwe ji kiryarên artêşa vî welatî li Kerkûkê ku xelkê Iraqê jê piştevaniyê dike û gor qanûna bingehîn a vî welatî ye ragihand.

Li gor rapora IRIB News`ê, Hevalbendiya netewî ya Iraqê bi serokatiya Nûrî Malikî  li daxûyaniyekê ji kiryarên artêşa vî welatî li Kerkûkê piştevanî kir û ji Hewlêr û Bexdayê xwest ku gotûbêja dîplomatîk ji bo çareserkirina kirîzên xwe destpê bikin.

Berhem Salih jî ku vê dawiyê ji Yeketiya Niştîmaniya Kurdistana Iraqê cuda bûye û hevalbendiya Edalet û Demokrasiyê li vê herêmê pêk anî jî daxwaza pêkanîna dewleta veguhêz li vê herêmê kir û ragihand ku pêwîst e Hewlêr û Bexdayê rûnin ser masa gotûbêjê.

Berhem Salih ragihand ku krîza çêbûyî li Kerkûkê ji ber liv û tevgerên siyasî û xebatên nedirust e.