Daxûyaniya wezareta karên derve yê Iraqê li bara Kerkûkê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274142-daxûyaniya_wezareta_karên_derve_yê_iraqê_li_bara_kerkûkê
Wezareta karên derve yê Iraqê li daxûyaniyekê ragihand; Operasiyona desthilata ser hemû navçên parêzgeha Kerkûkê dê berdewam bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 17, 2017 09:55 Asia/Tehran
  • Daxûyaniya wezareta karên derve yê Iraqê li bara Kerkûkê

Wezareta karên derve yê Iraqê li daxûyaniyekê ragihand; Operasiyona desthilata ser hemû navçên parêzgeha Kerkûkê dê berdewam bike.

Li gor rapora IRIB News`ê, Li vê daxûyaniya wezareta karên derve yê Iraqê hatiye; Operasiyona eskerî ya li nav Kerkûkê bêyî tu şer û pevçûnek kuta bû lê dewleta navendî bona desthilata ser hemû axa Iraqê dê operasiyona xwe bidomîne.

Li vê daxûyaniyê hatiye: Terseyî ew hemû îdiayên ku têne kirin , hêzên ku ketine nav Kerkûkê hemû iraqî ne û tenê hêzên biyanî li nav vî bajarî endamên PKK ne.

Li vê daxûyaniyê destnîşan bûye; Hedefa operasiyona eskerî ya hêzên iraqî li Kerkûkê zivirandina desthilata van navçan di bin îdara hikûmeta navendî ya Bexdayê ye ne ku şerê dijî kurdan be, ji ber ku pişkek mezin ji kurdan piştevaniya hikûmeta navendî dikin.

Piştî mecala 72 saete ku Ebadî bona paşdakişyana hêzên pêşmerge ji Kerkûkê dabû, wî fermana kontrolkirina Kerkûkê û istandina bîrên niftê yên derûdora vî bajarî derxist.

Heyder Ebadî ferman daye hêzên iraqî ku heta ji destê wan tê xwe ji şerkirina tev welatiyên Kerkûkê biparêzin û xelkê vî bajarî biparêzin.

Hêzên pêşmerge li Hezîrana sala 2014 ji neêminiyên ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li nav Iraqê çêkiribû istifade kir û pişkin ji parêzgeha Kerkûkê ji waparêzgehê xiste bin destê xwe.

Hizûra neqanûnî ya hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê li Kerkûkê li halekê bû ku ji ber giştpirsiya vê herêmê peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê aloztir kiribû.

Dewletên Îran, Iraq û Tirkiye dijberê lidarxistina giştpirsiya cidabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê ne û daxwaza betalkirian wê dikin, lê serokê Herêma Kurdistana Iraqê dibêje ger pakêteka pêşniyarî ya  guncaw ku cihanîna giştpirsiya Cidabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê li pêşerojê de garantî bike, were raberkirin, dê giştpirsiya niha paşde bixe.

 Pêgiriya  Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistana Iraqê ser lidarxistina giştpirsiya cidabûnê li 25 Îlona îsal li halekê ye ku konseya Ewlehiyê ya NY roja pênşemiyê bi daxûyaniyekê ser parastina hakimiyet, yekitî û yekperçetiya Iraqê tekez kir û daxwaza çareseriya pirsgirêkên navbera dewleta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistana Iraqê  li çarçoveya  qanûna bingehîn  a Iraqê û ji riya gotûbêjên kêrhatî kir.