Daxwaza Mogirînî ji Iraqê bona çareserkirina kirîza tev Hewlêrê
Çirî 17, 2017 06:54 Asia/Tehran
Berpirsasiyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpa ji Bexdayê xwet bona çareserkirina pirsgirêkên tev Hewlêrê rûne ser masa gotûbêjê.
Li gor rapora ajansa nûçan a Fransayê, Fedrîka Mogirînî berpirsasiyaseta derve ya Yeketiya Ewrûpa li gotûbêja telifûnî tev Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ser pêwîstiya destpêbûna gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê sekinî û ragihand ku pêwîste yekparçetiya axa Iraqê bê parastin .
Pêştir jî Rêxistina Netewên Yekgirtî hinek pêngav bona çareserkirina kirîzên di navbera Hewlêr û Bexdayê rakir.
Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê piştî dayîna mecalekî 72 saete bi hêzên pêşmerge bona derketina ji Kerkûkê, fermana kontrola vî bajarî da.