Hêzên iraqî ketine nav Kerkûkê
Çirî 16, 2017 13:12 Asia/Tehran
Hêzên iraqî li dewama pêşketina xwe ketine nav bajarê Kerkûkê
Li gor rapora telivîzyona Saher TV`yê pişka kurdî; Piştî ku hêzên eskerî yên Iraqê ketine nav bajarê Kerkûkê, hêzên pêşmerge û hêzên PKK ji vî bajarî derketin hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê û endamên PKK`ê ber bi Solêymaniyê û Hewlêrê paşda diçin.
Hinek nûçe jî ji tetîlbûna îdare, dukan û navendên dewletî yên Kerkûkê xeber didin.
Bingehên iraqî ragihandin ku piştî pêşketinên hêzên vî welatî li derûdora Kerkûkê, karbidestên Herêma Kurdistana Iraqê hinek ji hêzên PKK anîne Kerkûkê.
Hinek rapor ji Herêma Kurdistana Iraqê li ber dest dane ku hinek ji hêzên pêşmerge ji meqerên xwe revîne û hinek ji wan jî hatine girtin.