Bicihbûna hêzên iraqî li baregeha leşkerî ya K-1`ê ya Kerkûkê
Çirî 16, 2017 10:48 Asia/Tehran
Hêzên iraqî baregeha hewayî ya K-1`ê li Kerkûkê xistin bin kontrola xwe û li wir bi cih bûn.
Li gorî rapora kanala Al Alamê, fermandetîya opêrasyona hevpar a Iraqê ragihand ku hêzên iraqî meydana niftê ya Baba Kirkir li kerkûkê xistin bin kontrola xwe.
Hin mêdyayan jî ragihandin ku hêzên berteka lezgîn ên Iraqê derîyên bakûr ên bajarê Kerkûkê xistin bin kontrola xwe.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Reutersê jî, berpirsekî wezareta nifta Iraqê îro ragihand: Rayedarên kurd razî bûne ku hêzên wan xwe ji şer û pevçûna li meydanên nift û gazê li parêzgeha Kerkûkê dûr bigirin.
Li gorî gotina vî berpirsê wezareta nifta Iraqê, tevî opêrasyona leşkerî, derxistina nift û gaza xwezayî li parêzgeha Kerkûkê bi awayekî asayî didome.