Axir alûgorên Kerkûkê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274085-axir_alûgorên_kerkûkê
Telivîzyona El-Meyadîn ragihand: Kosret Resûl alîkarê serokê herêma Kurdistana Iraqê qumandihiya hêzên kurd girtiye destê xwe û bi hevrê digel 3 hezar hêzên pêşmerge gihêşte Kerkûkê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 16, 2017 10:36 Asia/Tehran
  • Axir alûgorên Kerkûkê

Telivîzyona El-Meyadîn ragihand: Kosret Resûl alîkarê serokê herêma Kurdistana Iraqê qumandihiya hêzên kurd girtiye destê xwe û bi hevrê digel 3 hezar hêzên pêşmerge gihêşte Kerkûkê.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hêzên pêşmerge serê sibeya îro duşemê li başûra Kerkûkê êrişî ser pêgehekî hêzên gelanî yên Iraqê kirin.

Hêzên gelanî yên Iraqê di bin fermana qumandihiya operasiyona hevpar, li derve ji Kerkûkê alîkariya hêzên çekdare Iraqê dikin.

Bingehên iraqî ragihandin: hêzên iraqî kontrola pişkek berfireh ji Kerkûkê girtine dest.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê şeva bihurî ragihand ku mecala 72 saete ku dabûne hêzên pêşmerge ku ji nav Kerkûkê derkevin kuta bû û wî fermana kontrola Kerkûkê û girtina bîrên niftê li derûdora vî bajarî derxist.

Ebadî ferman daye hêzên çekdare Iraqê ku bi alîkariya xelkê navçê ewlehiya nav Kerkûkê dabîn bikin.

Hatiye ragihandin ku parêzgarê Kerkûkê jî vî bajarî derketiye.

Muhemed Muhyî berdevkê yekîneyên Hizbullaha Iraqê got: Xebatên niha li Kerkûkê li çarçîva biryarên parleman û dadgeha federal a Iraqê bû û hedefa me ji hizûra li kêlega hêzên ewlehiya Iraqê parastina ewlehiya Kerkşûkê ye.

Hêzên gelanî yên Iraqê jî ragihand ku hedefa operasiyona Kerkûkê girtina vî bajarî nîne belkî bi dest girtina kontrola bîrên niftê ye.

Bingehekî iraqî li vê barê got: Hêzên iraqî bêyî berxwedana hêzên pêşmerge ketine nav navça senetî û pêgeha eskerî ya Xalid.

Qumandihiya operasiyona hevpare iraqî jî hişyarî daye grûpên çekdare nav Kerkûkê ku hêzên iraqî nedin ber guleyan.

Ajansa nûçan a Ruters`ê jî ragihand ku wezareta karên derve yê Amerîka rewşa Kerkûkê xistiye bin çavdêriya xwe û ji şer û pevçûna nav Kerkûkê nîgeran e.

Telivîzyona El-Iticah jî ragihand: Hêzên Pêşmerge gulleh ber bi hêzên dije terora Iraqê ku berpirsê ewlehiya navça El-Mefreq a Kerkûkê ne avêtin.

Al-Alam`ê jî ragihand; Hêzên pêşmerge ber bi Hewlêr û Solêymaniyê paşda kişyan.

Hatiye ragihandin ku hêzên iraqî ber bi rojavaya Kerkûkê li halê pêşketinê ne û qumandekî eskerî yê Iraqê ragihand: Eger em neçar bin dê bievin nav Kerkûkê.

Telivîzyona El-Hedes jî ragihand: Hêzên iraqî bi sedan zirêxpûşan ber bi Kerkûkê çûn.