Dewama pêşketina hêzên iraqî li Kerkûkê
Bingehên iraqî ji dewama pêşketinên hêzên iraqî li Kerkûkê xeber dan û ragihandin ku Yeketiya Niştîmaniya Kuerdistana Iraqê pêgehên xwe radestî hêzên iraqî kirin.
Li gor rapora telivîzyona Al-Alam`ê, telivîzyona iraqî dewama pêşketinên hêzên iraqî li Kerkûkê xeber dan û ragihandin ku Yeketiya Niştîmaniya Kuerdistana Iraqê pêgehên xwe li derûdora palîngeha gaza bakûrî ya Kekûkê, piriya Cisr Xalid û riya Riyazê û nivîsgeha Xalid radestî hêzên iraqî kirin.
Bingehên iraqî herwisa ragihandin ku hêzên vî welatî herwisa bajarê Tozxurmatoyê li parêzgeha Kerkûkê jî bi tamî xistin bin kontrola xwe.
Hêzên iraqî herwisa riya El-Şad bi Meryembegê ber bi meydana Tekrîtê, navça El-Senayî, Turkan û navça Yayîcî li nav Kerkûkê jî xistine bin destê xwe.
Hêzên iraqî îro sibê bêyî şer û pevçûn balafirgeha Kerkûkê, hinek ji bîrên niftê û pêgehên eskerî yên Kêywan û Xalid li Kerkûkê jî xistine destê xwe.
Bingehên kurdî ragihandin ku hêzên Yeketiya Niştîmaniya Kurdistana Iraqê pêgehên xwe dane dest hêzên iraqî.
Konseya Ewlehiya Netewî ya Iraqê jî li daxûyaniyekê ragihand; Hebûna hêzên çekdar xîncî hêzên eskerî yên Iraqê li nav Kerkûkê bi wateya ragihandina şêr e.