Rexneya berdevkê Heşda Şeibî ji Barzanî
Berdevkê hêzên gelanî yên Iraqê ji Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê rexne kir ku ew kurdan ber bi şerê digel Bexdayê dikşîne.
Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Ehmed El-Esedî berdevkê hêzên gelanî yên Iraqê li gotûbêja xwe ya şemêşev tev bernama telivîzyonî ya ``Huna Bexda`` bal kişande ser viya ku gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê bona çareserkirina kirîzan berdewam in û ragihand: ``Birek ji medyayên ser bi Barzanî û aliyên cudatîxwaz wisa teblîq dikin ku di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Heşda Şeibî şer çê bûye``.
Esedî bal kişande ser xebata ser wextê ya hêzên iraqî bona îcrakirina qanûnê li navçên kêşelise û carek din ragihand ku Bexda bi mercekê tev Hewlêrê gotûbêjê dike ku Herêma Kurdistana Iraqê encama giştpirsiyê îbtal bike û qanûna bingehîn a Iraqê berçav bigre.
Roja îniyê hêzên leşkerî yên Iraqê bêyî pevçûn hin pêgehên ku Pêşmergeyên Kurd ji sala 2014`an ve li başûrê parêzgeha Kerkûkê girtibûn destê xwe, istandin.
Kerkûk ji navçeyên herî girîng ên kêşelîser di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û dewleta Navendî ya Bexdayê da ye.
Mudehek berî niha Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Iraqê bi mihana wê babeta ku wî ji gefa hêzên gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî nav bir; hêzên zêdetir ji pêşmerge û endamên PKKê şandine Kerkûkê.
Giştpirsiya ku ser fermana Mesûd Barzanî li 25ê Îlonê li Herêma Kurdistana Iraqê birê ket rastî neyariya dewleta Bexdayê, aliyên siyasî yên vî welatî û welatên navçê û cîhanê hatiye.