Li teqînên Bexdayê kesek hat kuştin û 8 kes birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i274029-li_teqînên_bexdayê_kesek_hat_kuştin_û_8_kes_birîndar_bûn
Çavkaniyên nûçeyan ên Iraqê qala kuştin û birîndarbûna herîkêm neh kesan ji ber du teqînan li Bexdaya paytexta Iraqê kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 15, 2017 13:39 Asia/Tehran
  • Li teqînên Bexdayê kesek hat kuştin û 8 kes birîndar bûn

Çavkaniyên nûçeyan ên Iraqê qala kuştin û birîndarbûna herîkêm neh kesan ji ber du teqînan li Bexdaya paytexta Iraqê kirin.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya Mehr News`ê ji zarê Al Someria News`ê ji ber teqîna bombeyeka danandî li nêzikî bazarekê li taxa Yûsifiyê li başûrê Bexdayê, kesek hat kuştin û pênc kes jî birîndar bûn. Hêzên ewlehiyê yên Iraqê cihê teqînê dorpêç kirin.

Li gorî nûçeyeka din, bombeyeka din li taxa Seyd Ebdullah  li başûrê Bexdayê dema derbasbûna polîsan teqiya ku di encamê da sê polîs birîndar bûn.

Heta niha kes an komekê berpirsiyariya van teqînan negirtiye ustiyê xwe.

Lê têrorîstên DAIŞ`ê piştî têkçûnên li pey hev li hemberî hêzên iraqî bi taybet lin parêzgeha Nêynewayê li bakurê Iraqê, zêdetir ji berê berê xwe dane cihanîna teqînên kor û kuştina welatiyên asayî li bajarê cûrbicûr ên Iraqê.

Iraq ji sala 2014an va tûşî qeyrana dagirbûna hin bajarên xwe ji aliyê koma têrorîst a DAIŞ`ê bûne û karîye zêde ji sedî 90ê axa xwe ji destê têrorîstên DAIŞ`ê azad bike.