Ebadî li ser betalkirina encamên Giştpirsînê li Herêma Kurdistana Iraqê pêgirî kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i273969-ebadî_li_ser_betalkirina_encamên_giştpirsînê_li_herêma_kurdistana_iraqê_pêgirî_kir
Serokwezîrê Iraqê li ser betalkirina encamên Giştpirsînê li Herêma Kurdistana Iraqê û dewama hewildana ji bo cihanîna biryarên dewletê li vî warî da pêgirî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 15, 2017 04:50 Asia/Tehran
  • Ebadî li ser betalkirina encamên Giştpirsînê li Herêma Kurdistana Iraqê pêgirî kir

Serokwezîrê Iraqê li ser betalkirina encamên Giştpirsînê li Herêma Kurdistana Iraqê û dewama hewildana ji bo cihanîna biryarên dewletê li vî warî da pêgirî kir.

Li gorî rapora berbanga Yekşemiyê ya IRNAyê ji zarê kanala Al Someria Newsê, Heyder Ebdiyê serokwezîrê Iraqê roja Şemiyê li hevdîtina bi desteyek ji Yekîtiya Hêzên Iraqî bi serokatiya Selah Cebûrî parlementerê Parlimana Iraqê, got: "Helwêsta neguhêrbar a dewletê li vî warî da ku li ser esasa qanûn û rêzikan û Qanûna Bingehîn e, betalkirina encamên vê Giştpirsînê û kontrola dewletê li ser tevahiya navçeyên Iraqê û parastina Yekparçetî û yekîtiya welêt e".

Wî destnîşan kir ku dewlet cihanîna biryarên ku li vî warî da girtine, didomîne.

Desteya Yekîtiya Hêzên Iraqî jî piştgiriya xwe ya tam ji kiryarên dewletê û helwêsta Ebadî li warê parastina yekîtî û yekparçetiya axa Iraqê û babetên têkildarî Giştpirsîna neqanûnî li Herêma Kurdistana Iraqê her wiha tevdîrên têkildar ji bo kontrol û serdestiya dewleta fêdêral li ser Herêma Kurdistana Iraqê û navçeyên kêşeliser ragihand.

Rayedarekî nêzikî serokwezîrê Iraqê jî roja Şemiyê şertê destpêkirina gotûbêja digel Herêma Kurdistana Iraqê û çareseriya qeyrana ji ber lidarxistina vê giştpirsînê betalkirina encamên wê da zanîn.

Tevî hebûna dijayetiyên navneteweyî, navçeyî û dewleta navendî ya Iraqê û dijayetiya aşkira digel qanûnên navneteweyî, Giştpirsîna Herêma Kurdistana Iraqê roja 25ê Îlona 2017an (3ê Meha Mêhrê ya 1396an a Koça Tavî) li hin navçeyên bakurê Iraqê (Parêzgehên Hewlêr, Dihok, Silêmaniye û navçeyên kêşeliser ji wan Kerkûk û Xaniqînê) hat lidarxistin.