Pêgirîya dewleta Bexdayê ser ibtalkirina encamên giştpirsîya li Herêma Kurdistana Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i273947-pêgirîya_dewleta_bexdayê_ser_ibtalkirina_encamên_giştpirsîya_li_herêma_kurdistana_iraqê
Serokwezîrê Iraqê hela jî pêgirîyê ser ibtalkirina encamên giştpirsîyê wek pêşmercê destpêkirina gotûbêja digel Herêma Kurdistana Iraqê dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 14, 2017 14:25 Asia/Tehran
  • Pêgirîya dewleta Bexdayê ser ibtalkirina encamên giştpirsîya li Herêma Kurdistana Iraqê

Serokwezîrê Iraqê hela jî pêgirîyê ser ibtalkirina encamên giştpirsîyê wek pêşmercê destpêkirina gotûbêja digel Herêma Kurdistana Iraqê dike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iraqê, çavkanîyekî nêzîkî Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê îro got: Her cure gotûbêja tev Herêma Kurdistana Iraqê divê di çarçova destûra bingehîn de be nemaze piştî ku dadgeha qanûna bingehîn a Iraqê bi fermanekê xwestibû ku giştpirsî neyê lidarxistin.

Wî çavkanîyî ku nexwest navê wî bê aşkirakirinê herwiha got: Ser vî esasî ev giştpirsîya neqanûnî tê hesêb û hema bi vê hegerê encamên wê jî batil in.

Li gorî vê raporê, rizamendîya niha ya rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê ji bo gotûbêja ser bingeha destûra bingehîn bi wateya ibtalkirina encamên giştpirsîyê ye, lewma li gotûbêjên pêşde jî tiştek têkildarî encamên giştpirsîyê nakeve rojevê.

Berhem Salih serokê Hevalbendîya Dadperwerî û Dêmokirasîyê li Herêma Kurdistana Iraqê jî ragihand ku rayedarên Hewlêrê bi rawestandin ne ibtalkirina encamên giştpirsîya cidabûna vê navçeyê razî bûne.