Muhleta Iraqê bo Pêşmergeyên Kurd jibo paşdakişyana ji Kerkûkê
Mohleta berpirsên leşkerî yên Iraqê bo Pêşmergeyan jibo paşdakişyana ji pêgehên berî sala 2014`an li parêzgeha niftzêm a Kerkûkê, îşev şemiyê bi dawî tê.
Hêzên Pêşmergeyên Kurd ên Iraqê, sê salan berî niha bi bikaranîna bê ewlehîtî û bêserûberiya ku jiber êrişên koma terorîst a DAIŞ`ê li Iraqê pêk hatibû, hin pişkên parêzgeha Kerkûkê girtin bin kontrola xwe.
Li gorî rapora IRIB news`ê, berpirsekî payebilind ê Kurd ê iraqî ku nexwest navê wî were ragihandin, roja şemiyê got: Derfeta ku berpirsên leşkerî yên Iraqê dabûne Pêşmergeyên Kurd ta ku vegerin ser pêgehên xwe yên berî 6`ê Hezîrana sala 2014`an, şemiyê şevê bi dawî tê.
Berî niha Fuad Mesûm, serokkomarê Iraqê, îniyê bi şev çû Silêmaniyê ta ku bi rayedarên Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêk bîne.
Hîn tu nûçeyek li ser naveroka gotûbêjên serokkomarê Iraqê bi rayedarên Herêma Kurdistana vî welatî re jibo mêdyayan nehatiye ragihandin.
Roja îniyê hêzên leşkerî yên Iraqê bêyî pevçûn hin pêgehên ku Pêşmergeyên Kurd ji sala 2014`an ve li başûrê parêzgeha Kerkûkê girtibûn destê xwe, istandin.
Kerkûk ji navçeyên herî girîng ên kêşelîser di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û dewleta Navendî ya Bexdayê da ye.