Artêşa Iraqê alaya Herêma Kurdistanê li başûra Kerkûkê daxist
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i273917-artêşa_iraqê_alaya_herêma_kurdistanê_li_başûra_kerkûkê_daxist
Artêşa Iraqê, alaya Herêma Kurdistana vî welatî li devereke başûra parêzgeha Kerkûkê anî xwarê û alaya Iraqê dewsa wê daliqand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 14, 2017 12:33 Asia/Tehran
  • Artêşa Iraqê alaya Herêma Kurdistanê li başûra Kerkûkê daxist

Artêşa Iraqê, alaya Herêma Kurdistana vî welatî li devereke başûra parêzgeha Kerkûkê anî xwarê û alaya Iraqê dewsa wê daliqand.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, hêzên artêşa Iraqê bi merema bicihbûna li deverên derveyî sînorên Herêma Kurdistanê ku di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ne, derbasî hin deverên başûra Kerkûkê bûne.

Li gorî gotina çavkanîyên ewlehîyê yên Iraqê, ev kiryara di çarçova hewldana dewleta navendî ya Iraqê ji bo sepandina serwerîya xwe li deverên nakokbar ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatîye kirin.