Ebadî: Bexda dijî welatiyên Kurd şêrr bi rê naxe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i273787-ebadî_bexda_dijî_welatiyên_kurd_şêrr_bi_rê_naxe
Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê got ku Bexda wê şerrekî dijî welatiyên Kurd û yên din dest pê neke.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 12, 2017 14:53 Asia/Tehran
  • Ebadî: Bexda dijî welatiyên Kurd şêrr bi rê naxe

Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê got ku Bexda wê şerrekî dijî welatiyên Kurd û yên din dest pê neke.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Tesnîmê ji zarê Firat News`ê, Ebadî herwiha got: Erka me parastina yekbûna welêt, cihanîna qanûna bingehîn, parastina welatiyan û çavkaniyên neteweyî ye.

Ebadî got: Em qet îzna vegeryana bo xala sifrê û vegerîna axiftinên eşîretî û axiftinên ku di çarçoveya parçekirina welêt bin, nadin.

Serokwezîrê Iraqê herwiha destnîşan kir ku divê kempên awareyan werin girêdan û welatiyên aware jî li dema herî nêzîk a pêkan vegerin malên xwe yên Enbarê.

Konseya Ewlehiya Herêma Kurdistana iraqê, duh li peyamekê li Twiterr`ê ji zarê berpirsekî Kurd, îdia kir ku hin peyamên cidî li ser vê yekê vergirtine ku hêzên iraqî ji wan hêzên Heşda Şeibî û polîsê Federal, jibo êrişeka berfire ser Kurdistanê amade dibin.

Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê, herwiha ragihand ku hêzên iraqî li halê amadebûna jibo cihanîna êrişeka mezin li başûrê rojava, Kerkûk û bakûrê Mûsilê dijî Kurdistanê ne.