Hêzên ewlehîyê yên Iraqê diçin rojavaya parêzgeha Enbarê
Çirî 12, 2017 13:26 Asia/Tehran
Fermandetîya polîsên fêdêral a Iraqê ragihand ku hêzên ewlehîyê bi merema azadkirina deverên rojavaya parêzgeha Enbarê, bera xwe dan wan deverana.
Li gorî rapora kanala nûçan a Al Alamê, fermandetîya polîsên fêdêral a Iraqê bi daxûyanîyekê ragihand: Ev pêngava bi merema pişkdarîya hêzên hanê li azadkirina deverên Qayim û Rawê ye.
Pirranîya deverên di bin lepên DAIŞ`ê de bilî deverên Qayim û Rawê hatine azadkirinê û heke ev du navçe jî bên azadkirinê mirov dikare bêje Iraq ji têrorîstên DAIŞ`ê hatîye paqijkirinê.
Opêrasyona azadkirina parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê ji lepên DAIŞ`ê piştî azadkirina Mûsil û Teleferê li parêzgeha Nêynewayê û Hewîcê li parêzgeha Kerkûkê destpê bû.