Bexdayê tu qesedek ji bo êrişa ser Herêma Kurdistana Iraqê tineye
Berdevkê nivîsgeha serokwezîrê Iraqê, idiaya Hewlêrê ya êrişa artêşa Iraqê ser Herêma Kurdistana vî welatî ret kir.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Farsê, Seid Hedîsî berdevkê nivîsgeha serokwezîrê Iraqê wek berteka li hemberî idiaya Konseya Ewlehîya Herêma Kurdistana vî welatî ragihand ku delweta navendî tu qesdek ji bo êrişa leşkerî ser Herêma Kurdistana Iraqê tineye.
Fermandetîya Pêşmergeyên Kurdistana Iraqê jî ragihand ku nûçeya hin mêdyayan têkildarî amadekarîya artêşa Iraqê ji bo lidarxistina opêrasyonê li parêzgeha Kerkûkê derew e.
Konseya Ewlehîya Herêma Kurdistana Iraqê şeva buhurî bi rêka rûpela xwe ya fermî li Twitterê idia kir hin lêzanîn ber destê wê hene ku nîşan didin hêzên iraqî û Heşdi Şeibî û polîsên Fêdêral dil hene êrişî Kurdistana Iraqê bikin.
Li gorî rapora kanala Rûdawê, Konseya Ewlehîya Herêma Kurdistana Iraqê idia kir hêzên iraqî dil hene ji deverên başûr û rojavaya Kerkûkê û ji bakûra Mûsilê ve êrişî Herêma Kurdistana Iraqê bikin.