Dadgeha Bilind ya Iraqê dosyaya derxistina parlamenterên kurd ji parlemanê red kir
Çirî 11, 2017 13:20 Asia/Tehran
Dadgeha Bilind ya Iraqê dosyaya ku ji bo dûrxistina 10 parlamenterên kurd ji aliyê parlamena Iraqê ve hatibû amadekirin, red kir.
Dadgeha Bilind ya Iraqê bersiva daxwaza parlamentoya Iraqê ya ji bo wergirtina mafê parlemanteriyê ji wan kesên ku beşdarî giştpirsiya cidabûna Kurdistanê bûne, da.
Bi hinceta ku parlamenterên kurd ên endamên Parlamena Iraqê ne, beşdarî referandûma sexwebûnê ya Herêma Kurdistanê bûne û dengê xwe bi kar anîne, ji Dadgeha Bilind ya Iraqê hatibû xwestin ku ew jî karên xwe werin dûrxistin.
Dadgeha Bilind a Iraqê li ser vê daxwaza parlamena Iraqê bersiv da û diyar kir ku biryardana di derbarê wan parlamenteran de ne karê wê ye û ew daxwaz red kir.