Pûçkirina 320 bomban li Remadîya Iraqê
Rêvebirê çiqa bûyerên nişkêveyî li dayra polîsên parêzgeha Enbarê ragihandin ku hêzên bin fermana wî de û hêzên artêşa Iraqê 320 bombeyên ku bi dû dagirkerîya DAIŞ`ê hatibûn peydakirinê, li derveyî Remadîyê hatin teqandinê.
Li gorî rapora Fars News`ê, Amir Meşhedanî rêveibrê pişka bûyerên çaverênekirî li dayra polîsên parêzgeha Enbarê îro li hevpeyvîna tev Someriye News`ê got: Ew bombe li derveyî Remadîyê hatin teqandin û tu xisareke wan tinebû.
Hêzên ewlehîyê yên Iraqê paqijkirina taxên Remadîyê ji bermayîyên şerê dijî DAIŞ`ê didomînin ji ber ku hela jî hin bombe û mayînên ku têrorîstên DAIŞ`ê li deverên curbicur ên parêzgeha Enbarê bi cih kirine mane û ev tirsa heye ku ew bombe bibin sedema kuştina welatîyên bê guneh.
Li gorî nûçeyeke din ji Iraqê, çavkanîyekî haydar li parêzgeha Kerkûkê li hevpeyvîna tev Someriye Newsê got: Kesên nenas şeva buhurî bi bombeyekê êrişî meqereke nesereke ya Bereya Turkmanî li taxa Terîq Bexdadê li navenda şarê Kerkûkê kirin.
Li gorî gotina wî çavkanîyî, tu xisarek ji ber vê teqînê pêk nehatîye.