Kutahiya operasiyona azadkirina Hewîcê
Qumandê operasiyona azadkirina Hewîcê li rojavaya Kerkûkê ji kutahiya vê operasiyonê û azadbûna vî bajarî ji destê terorîstên DAIŞ`ê xeber da.
Ebdulemîr Yarullah qumandê operasiyona azadkirina Hewîcê li rojavaya Kerkûkê li press konferansa xwe ya duh sêşemê ragihand ku li vê operasiyonê yekîneyên artêşa Iraqê, polîs, hêzên dije terorê û hêzên gelanî pişkdar bûn û hêza hewayî ya artêşa Iraqê jî piştevaniya hêza bejayî dikir.
Operasiyona azadkirina bajarê Hewîcê ji destê terorîstên DAIŞ`ê 5 Îlonê ser fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê destpê bû.
Qonaxa Yekemîn a operasyona azadkirina Hewîcê, pêgeha herî girîng a koma terorîst a DAIŞ`ê li bakûrê Iraqê, 29`ê Îlona buhurî, dest pê bû. Ev operasyona bêyî beşdariya hêzên Pêşmergeyên Kurd, hîn jî berdewam e.
Piştî azadkirina bajarê stratêjîk ê Tileferê li rojavayê parêzgeha Neynewayê li bakûrê Iraqê ji bin lepên koma terorîst a DAIŞ`ê, hêzên iraqî, operasyona azadkirina bajarê Hewîcê li başûrê rojavaya Kerkûkê dest pê kirin.
Girîngiya azadkirina Hewîcê, dewama azadkirina navçeyên li bin lepên DAIŞ`ê û girîngiya vî bajarî ji hêla nifûs, coxrafiya û cotyariyê ye.
Berpirsên parêzgeha Enbarê dibêjin ku pêdiviyên azadkirina du bajarên Rawe û Qaêmê wek tenha navçeyên mayî di destê DAIŞ`ê da hatine dabînkirin û opêrasiyopna azadkirinê wê ji nîveka vê mehê dest pê bibe.
Her wiha artêşa Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand ku firokeyên şêrr ên artêşê baregeheka leşkerî ya mezin a DAIŞ`ê ku di dilê çoê da dameziranidbû, şopandin û bi êrîşa esmanî li ser wê 15 erebeyên leşkerî, sê berhemênerên mezin ên elektrîkê û 10 bermîlên niftê hatin