Êrîşa li ser nivîsgeha Partiya Vexwendina Îslamî li Kerkûkê
Çirî 10, 2017 07:39 Asia/Tehran
Nivîsgeha Partiya Vexwendina Îslamî li bajarê Kerkûkê li bakurê Iraqê kete ber êrîşa kesên nenas.
Li gorî rapora IRNA`yê ji zarê Al Someria Newss`ê, rayedarên ewlehiyê yên Iraqê ragihandin ku nivîsgeha Partiya Vexwendina Îslamî li taxa 90ê ya navçeya Xezraya kerkûkê bi bombeya destçêkirî kete ber êrîşa kesên çekdar.
Heta niha tu komekê berpirsiyariya vê êrîşê negirtiye destê xwe.
Li gorî nûçeyeka din, hêzên Berxwedana Îslamî ya Nuceba ya Iraqê li oêrasiyonekê li navçeya Çiyayê Mekhûlê li parêzgeha Selahedînê zêde ji 10 kes ji çeteyên DAIŞ`ê ku li nav tonêlên bin erdê xwe veşartibûn, kuştin.
Her wiha navenda fermandetiya vê koma berxwedanê li parêzgeha Selahedînê ragiahnd ku çeteyekî DAIŞ`ê ku dil hebû xwe li nav hêzên iraqî biteqîne, girtin.