Her xebatek derveyî dewleta Iraqê ji bo çareseriya qeyrana Giştpirsînê bê-encam e
Berdevkê dewleta Iraqê got: "Ji bo çareseriya qeyrana pêkhatî piştî Lidarxistina Giştpirsînan Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê her hewildan û xebatek divê li ser esasa xal û pêngavên dewleta navendî be".
Berdevkê dewleta Iraqê, Seid El Hedîsî roja Duşemiyêî li gotûbêja bi nûçegihanê IRNAyê li Bexdayê tevî rexneya ji Lidarxistina Giştpirsînan Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê her wiha got: "Helwêstan dewleta navendî ya Iraqê parastina yekparçetiya axa Iraqê û misogerkiirna hakimiyet û desthilatdariya neteweyî li ser tevahiya axa Iraqê û girtina rê li ber cudanebûna erdên wî welatî û sizdariya derbarê Qanûna Bingehîn e û ev helwêsta neguhêrbar a Bexdayê ye ku nakeve ber behs û gotûbêjê".
Berdevkê dewleta Iraqê got: "Li dû şêrr nînion û tu meyl û meraqa me jî ji bo kêşederxistin û berêxwedana bo bijardeya leşkerî tune; Lê di eynî demê da em li hemberî her hewildanekê ji bo cudabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê radiwestin".
Wî her wiha got ku dewleta Iraqê rê nade tu kesî ku li navçeyên kêşeliser guhertinên rêvebirî an qanûnî pêk bînin; Eva mijarek e ku dewlet li ser wê pêgiriyê dike û bi rêbaz û şêwazlên cûrbicûr ên qanûnî û rewa ji bo sekinîna li hemberî wê yekê dixebite.
Berdevkê dewleta Iraqê got ku axaftina li ser bikaranîna bijardeya leşkerî ji bo neçarkirina rêberên Herêma Kurdistanê bona şopandina Qanûna Bingehîn hela zû ye; Ji ber ku hîn biajrdeyên din hene ku em dikarin berê xwe bidin wan û tevdîrin pêk hatine yek ji wan rawestandina firrînên derveyî Ji û Bo Herêma Kurdistana Iraqê ye.
Wî li bara sefera vê dawiyê ya hin berpirsên Iraqê bo Hewlêrê got ku ev kes her yek ji wan nûnerên postên xwe ne û renge nêrîna xwe ya siyasî derbirrîne û tu yek ji wan nûnerê nêrîna dewleta navendî ya Iraqê nîne.
Li dû Lidarxistina Giştpirsînan Cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê di roja 25ê Îlona 2017an bi israr û pêgiriya serokê vê herêmê, Mesûd Barzanî, kêşeyên li peywendiyên navebra dewleta navendî ya Iraqê digel rayedarên Herêma Kurdistana vî welatî zêdetir bûne.