Malikî: bila Refrandûma Cidabûna Kurdistanê wer îbtalkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i273517-malikî_bila_refrandûma_cidabûna_kurdistanê_wer_îbtalkirin
Cîgirê Serokomarê Iraqê û serokwezîrê berê yê vî welatî Nurî Malikî bang li rêveberên Herêma Kurdistana Iraqê kir ku Refrandûma Cidabûnîbtal bikin û got: Piştî vê yekê Bexda amade ye bi Hewlêrê gotûbêjê bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 09, 2017 09:16 Asia/Tehran
  • Malikî: bila Refrandûma Cidabûna Kurdistanê wer îbtalkirin

Cîgirê Serokomarê Iraqê û serokwezîrê berê yê vî welatî Nurî Malikî bang li rêveberên Herêma Kurdistana Iraqê kir ku Refrandûma Cidabûnîbtal bikin û got: Piştî vê yekê Bexda amade ye bi Hewlêrê gotûbêjê bike.

Kanala Sumariya Newsê  ragihand ku Nûrî Malikî li hevdîtina xwe ya bi sefîrê Amerîkayê li Iraqê Douglas Alsuleiman re Refrandûma Cidabûna Kurdistanê ji Iraqê ne qanûnî da zanîn û got: Em neçar nînin encama vê refrandûmê bipejirînin.

Douglas Alsuleiman jî li vê hevdîtinê de got ku divê yekperçetiya axa Iraqê were parastin.

Dewleta Iraqê jî duh lihevkirina serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî û du alîkariyên serokomarê Iraqê Usame Nuceyfî û Eyad Elawî li bara gotûbêjan bona çareseriya pirsgirêkên pêkhatî piştî refrandûmê red kir û xwest ku Herêma Kurdistanê vê Refrandûmê îbtal bike. Lê belê serokê Herêma Kurdistana Iraqê û serokwezîrê vê Herêmê li ser encama refrandûma cidabûnê îsrarê dikin û dixwazin ku Bexda ji bo gotûbêjan şert û mercan daneyne.

Piştî lidarketina refrandûma cidabûna Kurdistanê ji Iraqê ku di encama îsrara Mesûd Barzanî li 25 Îlonê pêk hat, rageşî û kêşe di navbera Bexda û Hewlêrê zêde bû.